Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê derbarê kuştina kûçikê li stargeha Şaredareya Bajarê Mezin a Konyayê de îdianame amade kiriye.
Dozgerî ji ber sûcê “bi zanebûn ajalekî kedîkirî yan jî yê malê kuştin” ji bo teknîsyenê tenduristiyê Mûrat Bacakê 27 salî û Sefa Çakmakê 28 salî yê ku kûçik kaş kiriye û biriye xwestiye bi 4 sal cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Her weha ji ber ku di Qanûna Mafên Ajalan de dibêje “ger beytar, teknîsyenê tenduristiyê yê beytariyê, dilxwazê parastina ajalan, endamên komeleya parastina ajalan, endamên weqfa parastina ajalan an jî kesên bi parastin an jî xwedîkirina ajalan re mijûl in vî sûcî bikin” ceza bi qasî nêvî tê zêdekirin. Li gorî vê jî, dozgerî xwestiye her yek ji wan bi 6 salan werin cezakirin.
Çi bûbû?
Di 25ê Çiriya Paşiyê de li Navenda Rehabîlîtasyonê ya Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê, wezîfedarekî bi bêra di destê xwe de li kûçikekî dabû û ew kuştibû. Navenda Mafên Ajalan a Baroya Stenbolê aşkere kiribû ku dîmen gihîştine ber destê wan û tê de xuya dike ku kûçik bi rengekî hovane hatiye kuştin û mafê wî yê jiyanê hatiye binpêkirin.
Di vîdeoyê de ku dîmenên îşkenceyê tê de hebûn, xuya dikir ku wezîfedarekî din heman kûçik bi benekî kaş dike.
Piştî bûyerê midûrê wê navendê ji kar hatibû dûrxistin, herdu gûmanbarên îşkence li kûçikî kiribûn, hatibûn girtin. (TY/FD)