Fotograf: bianet (arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
51 rêxistinên ku di nava wan de weqf, komele, platform, partiyên siyasî û komên xebatê hene, derbarê "ajalên li kolanan bi serbestî dijîn" de danezaneke hevbeş weşandiye.
Rêxistinan erkên rêveberiyên herêmî careke din bibîr xistine û wan gotiye ku hewldanên dibin sedema dubendiyan asteng bikin.
Di danezanê de rêxistinên navborî bang li Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî dikin. Di danezanê de wan bal kişandiye ser peyamên li ser medyaya civakî tên weşandin ku çalakiyên tundkariya li dijî ajalên li kolanan dijîn tên kirin û kuştina wan teşwîq dikin. Hatiye diyarkirin ku ev peyam bi armanca dijminatiyê di navbera derdorên cida yên civakê de çêbikin, tên belavkirin. Di encama vê de jî ziyan him digihêje ajalan him jî mirovan.
Rêxistinan diyar kiriye ku rêveberên herêmî li şûna erkên yaseyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî dane wan bicih naynin û li şûna wê, cihên xwedîkirina ajalan ên demkî venakin, ajalan stewr û derzî nakin û wan tomar nakin û erkên xwe bicih naynin. Wan diyar kiriye ku ev jî pirsgirêkan mezintir û girantir dikin û hemû karan dixin stûyê ajalparêzan û rêxistinên ajalparêz.
Rêxistinên ku navên wan di bin vê danezanê de hene ev in
Federasyona Mafên Ajalan a Anadolûyê, Animal Save Turkiye, Komeleya Giyanên Bipêk ên Bêkes, Platforma Veganan a Antalyayê, Koma Parastina Ajalan a Ataşehîrê, Komeleya Ez jiyaneke baştir dixwazim, Komeleya Çeteya Pêkekê, Koma Xebatê ya Parastina Mafên Jiyanê yên ajalan a Desteya Bajarî ya Bodrûmê, Navenda Xebatê ya BûrHakê, Komeleya Morpatî ya Çanakkaleyê, Platforma Ajalparêzan a Çoprîtayê, Federasyona Ajalparêzan, Komeleya ji Kobayan re Na, Komeleya Jîngeh, Ajal, Mirov Hemû Giyan in, Komeleya Ajalparêz û Jîngehparêz a Dohasê, Komeleya Parastina Ajalan a Duzceye, Komeleya Destek Hezar Bêhn a Edîrneyê, Federasyona Mafên Ajalan a Egeyê, Komeleya Ajalparêziyê a Eskîşehîrê, Înîsiyatîfa li Paytonan Siwar Nebin Hesp Dimirin, Platforma Mafên Ajalan a Fethiyeyê, Komeleya Ajalparêzan a Gokturkê, Delegasyona Çavdêriya li Yasadanînê ya Ajalparêziyê, Komeleya Rizgarkirina Ajalan, Înîsiyatîfa Azadiya Ajalan, Komeleya Edaleta ji bo Ajalan, Komeya Parastin û Jiyandina Ajalan, Jîngehê û Mirovan, Komeleya Parastina Ajalan a Manîsayê, Komeleya Jiyandin, Parastin û Rizgarkirina Ajalan, Konfederasyona Mafên Jiyanî yên Ajalan, Komeleya Parastina Ajalan û Jîngehê ya Înegolê, Komeleya Parastina Ajalên li Kolanan a Karabukêk, Federasyona Mafên Ajalan a Behra Reş, Komeleya Parastina Ajalên li Kolanan a Keşanê, Komeleya Pêkên Rizgarkirî, Komeleya Parastina Ajalan a Çardak Lapsekiyê, Komeleya Parastina Ajalan û Xwezayê ya Meletiyê, Federasyona Mafên Ajalan a Marmarayê, Komeleya Bajarê Milkayetan, Pêkên Binevşî ya Çanakkalayê, Komeleya Mafên Jiyanê û Piştgiriyê ya Keştiya Nûhî, Platforma Patiliyoyê, Komeleya Pêkên Bitendûrist, Komeleya Mafên Ajalan a Sîlîvriyê, Komeleya Jiyandina Giyanên Bipêk ên li Kolanan, Weqfa Mafên Ajalan Tirkiyeyê, Komeleya Mafên Jiyanê û Nirxên Civakî ya Navnetewî, Partiya Keskparêzan, Komeleya Parastina Ajalan a Yûnûs Emreyî ya Manîsayê, Malpera Platforma Azadiya Dolfînan. (EMK/FD)