Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pisîk, pişîk, pişîle, kitik, pisîng...
Lûna li Kadikoyê dijî. Ew ji cihên germ hez dike. Li ser kalorîfer, qaseya PCyan û tiştên mîna wan pal dide û li kêfa xwe dinêre.
Leyla tevî Lûnayê li malekê dimîne. Ew hez dike ku bi ta û benan bilîze. Her weha xwe diavêje nava qutîkan û ji xwe re dilîze. Lê her du jî ji baholan hez nakin.
Mişmiş jî car caran li mala Leyla û Lûnayê dibe mêvan. Piştî li kuçe û kolanan digere ji xwe re diçe mala Yagmûrê. Kêfa Mişmişî ji perçekirina derî û pencereyan re tê.
Kêfa Hasbiyî ji xewa hembêzan re tê, hez dike ku hinek pê re biaxivin lê qet ji dengên erebeyan hez nake.
Kêfa kesên ku ji pisîkan hez nake jî ji Zeûsî re tê. Gelek caran tiştan ji metbexê direvîne û wan dibe serşokê. Seyda mêşan dike. Ji lîstina bi lastîka poran û ji çîçekên bi histirî hez dike.
Bayram piştî kolanên Beylerbeyiyê niha jî li Kûrtûlûşê dimîne. Dema xwarinê dixwe dixwaze hinek serê wî bixurînin. Di nava rojê de gelek caran di pencereyê de rûdinê. Hez ji biyaniyan nake. Dema ne di xeweke kûr de be, hewl nedin ku hûn zikê wî miz bidin.
Lûna, Leyla, Hasbî, Mişmiş, Bayram, Zeûs... pisîkên ku xebatkarên bianetê wan ji nêz ve nas dikin. Ev taybetmendiyên wan ên sereke ne ku yekser tên hişê mirovan lê em dikarin bi saetan behsa yek bi yek ji wan bikin.
BALDARÎ: Di mehên havînê de ku germaya hewayê zêde dibe, ji bîr nekin û ji bo ajalên li kolanan dimînin, avê deynin!
Îro, 8ê Tebaxê Roja Pisîkan a Navnetewî ye...
Fona Halxweşiya Ajalan a Navnetejî, ji bo peywendiya di nava pisîk û mirovan de xurt bike û balê bikişîn eser xweşhaliya ajalan, di sala 2002yê de Roja Pisîkan a Navnetewî ragihandiye. Mirov îro ji bo pisîkan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi hashtaga #RojaPisîkanANavnetewî û #InternationalCatDay peyaman diweşînin.
???????? The team at iCatCare would wishes our fantastic felines, their caregivers and supporters a very happy #InternationalCatDay!????????
— International Cat Care (@iCatCare) August 8, 2022
Visit https://t.co/88ZEjcynBD to find out more about how you can join the celebrations! #BeCatCurious
Support us ???? https://t.co/A7P1WFAHTJ pic.twitter.com/yc4l78GstM
Komeleya bi navê Xwedîlêderketina Pisîkan a Navnetewî (iCatCare), ji sala 2020ê û vir ve weke parazvanê Roja Pisîkan a Navnetewî kar dike.
iCatCare diyar kiriye ku mijara sala 2022yê "Çavkaniyên dostên pisîkan" ('Cat friendly resources') e.
(AÖ/FD)