Fotograf: Pisîkên bianetê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtuya Parastina Xwezayê ya Akademiya Zanistan a Polonyayê (PAN) pisîk xistiye nava "lîsteya cinsên biyanî û dagirker." Enstîtu vê lîsteyê amade dike û di nava vê lîsteyê de hezar û 786 cinsên biyanî ango yên ne xwecih tê de ne.
Enstîtuyê di malpera xwe de behsa pisîkan kiriye ku navê wan ê zanistî "Felis Catus" e: "Felis Catus, ihtimal e ku 10 hezar sal beriya niha li navenda şaristaniyeke mezin a Rojhilata Navin hatiye kedîkirin. Bi vî rengî, ev cins bi nêrîneke zanistî ji Ewropayê re bûye biyanî.
"Bi yekdengî ev biryar hatiye dayîn"
Akademiyê jî piştgiriya vê nivîsê kiriye û gotiye ku divê hejmara çivîk û guhandarên din ên pisîkên kedîkirî nêçîra wan dikin û wan dikujin li ber çavan bê girtin û ev biryar di encama fikreke yekdengî de hatiye dayîn.
º ZANYARÎ: Li gorî daxuyaniya rayedarên li Varşovayê, di sala 2020ê de ji bo xwedîkirina 30 hezar pisîkên bêxwedî ên li bajêr, bi qasî 355 hezar euroyî mesref hatiye kirin. Gelek bajarên Polonyayê diyar kirine ku ajal perçeyên girîng ên ekosîstemê ne û piştgiriya vê biryarê kirine.
Ajalparêz li dijî vê biryarê derketine. Yek ji kesên ku bertek nîşanî vê xebat û daxuyaniyê daye nivîskara pirtûka The Happy Catê Dorota Suminska ye.
Suminskayê bal kişandiye ser gemariya hawirdorê ku di kêmbûna curêyên biyolojîk de bandoreke wê ya mezin heye û hin sedemên din û gotiye: 'Divê em bipirsin, gelo mirov di lîsteya cinsên biyanî ya nedagirker de ye?"
Çavkanî: notesfrompoland, wyborcza.pl, bilimfili, Ajansa Anadolû.
(TY/FD)