Foto: Ajansa Nûçeyan a ANKAyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Enqereyê 250 endam û rêveberên komele û saziyê civaka sivîl li hev civiyane û ji bo ajalên li kolanan çalakiyek pêk aniye. Ajalparêz li Qada Ûlûsê ya navçeya Altindagî bal kişandiye ser berhevkirina ajalan a dijqanûnî.
Ajalparêzan berdilkên sipî li xwe kirine û maskeyên seyan xistine ber devên xwe. Di dema çalakiyê de wan kaxiz hildane ku li ser wan “Sûc berdana hev a ajalan e ne xwedîkirina wan ne”, “Ka were em bi hev re li stargehekê bigerin”, “Yê ku hildiberîne û difiroşe mirov e yê ku tê cezakirin ez im”, “Ji yaseya qetlîamê re na.”
Ajalparêzan skeçek pêşkêş kirine ku bê ka karmendên şaredariyê û zabite çawa bi îşkenceyê ajalan kom dikin.
"Bila bi rêbazên dijqanînî neyên komkirin"
Wezareta Çandinî û Daristanan 7ê Kanûna Pêşiyê ya biryar dabû ku cinsên seyan ên bi navê Pitbull Terrier, Dogo Argentino, Fila Brasilerio, Japanese Tosa, American Staffordshire Terrier û American Bully weke cinsên xeter bên diyarkirin. Wezaretê ji xwediyê van seyan xwestibû ku wan bistewirînin, wan tomar bikin û dema rewşeke dijqanûnî çêbibe dest deynin sen var seyan û wan bibin stargehan.
Piştî vê biryarê bi du hefteyan li Dîlokê seyekî êrîşî zarokeke 4 salî kiribû û ew birîndar kiribû. Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî li ser vê bûyerê gotibû “Cihê ajalên bêxwedî ne kolan in, stargeh in” û ajalên li kolanan kiribû hedef. Dema ku Wezaretê diyar kiribû du 14ê Kanûna Paşiyê de bidawî bûye.
Ajalparêzan bang li hikûmet û rayedaran kiriye ku dema komkirina van seyan dirêj ayvan bikin û xwestiye ku ajal bi rêbazên dijqanûnî berhev nekin. (TP/FD)