Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hûtmasî Kîska, li parka avê ya li Marinelanda DYAyê ev 44 sal in ji bo “mirovan kêfxweş bike” dîl girtine. Kîskaya ku ji vê rewşê bêzar bûye, xwestiye xwe bikuje.
Vîdeoyek ji nava parkê hatiye girtin û li ser medyaya civakî hatiye weşandin. Di vê vîdeyoê de tê dîtin ku hûtmasî di nava tankeke betonî de hepskirî ye û xwe li binguhê dîwarê vê tankê dixe.
This video was taken on Sept 4th, 2021. Anti-captivity activists entered MarineLand and observed Kiska, their last surviving orca bashing her head against the wall. Please watch and share. This cruelty must end. #FreeKiska pic.twitter.com/uKCxF1AScz
— Phil Demers (@walruswhisperer) September 8, 2021
Di jiyana xwe de her ew îzole kirine
Kîska li peravên Îzlandayê hatiye girtin û çend sal ji jiyana wê ne tê de zêdetirê jiyana xwe weke dîl borandiye. Kîska ji cûreyên orkayan e ku gelekî jêhatî û civakî ne.
Di sala 2011an de hevala/ê wê yê dawî jî birin cihekî din û ji wê rojê û vir ve bi tena serê xwe dijî. Kîska li cîhanî weke “hûtmasiya tikî tenê” tê zanîn.
UPDATE: We have more heartbreaking video of Kiska, MarineLand’s last surviving orca floating listlessly at the surface of her concrete pool. She has lived in complete isolation since 2011. Witnesses say she often calls out for other orcas. #FreeKiska pic.twitter.com/TWyw9x781B
— Phil Demers (@walruswhisperer) July 16, 2021
Li Marinelandê pênç çêlik jê re çêbûne lê hemû jî mirine û ev demeke dirêj e rexne li ser vê rewşa wê ya ku tê de girtiye, dihate kirin.
Li gorî nûçeya di “Yeşil Gazete” (Rojnameya Kesk) de hatiye weşandin, Phil Derners, yek ji dersdarê berê yê parkê di meha Tîrmehê de vîdeoyek weşandiye û tê de gotiye, Kîska li nêzîkî ser avê dimîne û di depresyonê de ye.
Dersdarî daxwaza alîkariyê kiribû û gotibû divê park demildest were girtin. (PT/FD)