Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Vegfesta Stenbol ya Navneteweyî ku ji bo têgihîştin û feraseta têkildarî veganiyê were zêdekirin tê lidarxistin, îsal wê di 3-4ê Tîrmehê de bi awayê onlîne pêk were. Çalakiyên Vegfest Stenbolê ya Navneteweyî ku Komeleya Veganên Tirkiyeyê saz dike, wê belaş bin.
Armanca Vegfestê ewe li gel ku ji sala 2017an û vir ve veganan kom dike, di heman demê de dixwaze xwe bigihîne kesên ne vegan in. Îsal festîval wê bi konsepta "bibe vegan" û bi dirûşma "Şensekî bide jiyanê" dewam bike.
Di festîvalê de wê gelek panelên li ser mijarên cuda yên weke curayetî, têkoşîna ji bo mafên heywanan û têkiliya veganiyê bi hawirdor û tenduristiyê re werin nîşandan.
Ji bilî panelan, di nav çalakiyên festîvalê de atolye, performans û nîşandana fîlman jî hene. Festîvala ku wê du rojan dewam bike.
Ji bo detayên bernameya festîvalê hûn dikarin vê https://vegfest.istanbul/ bitikîne.
(DSH/EMK/AY)