Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê, îro têkildarî Tirkiyeyê du rapor aşkera kirine.
Komîteyê di salên 2017 û 2019an de du serdan pêk anîbûn û di encama wan de raporên salên 2017 û 2019an hatine amadekirin.
Armanca nûnerên komîteyê ji van her du serdanan, çavdêrkirina şert û mercên navendên destgîrkirinê yên li Enqere, Stenbol û Amedê bûne. Her wiha têkildarî girtîgeha Îmraliyê ku serokê PKKê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din jî tê de dimînin, nirxandinan di raporê de cih girtiye. Ji bo agahiyên hevdîtinê û serdanan jî bi parêzer û xizmên Ocalan re hevdîtin kirine.
Li rewşa girtiyên nexweş pirsîn
Di civîna çapemeniyê ya têkildarî raporê de, hatiye diyarkirin ku komîteyê bi sedan kesan re ku ji ber “sûcên têkildarî terorê” girtî ne, hevdîtin kirine.
Her wiha komîteyê serdana hin girtîgehên pir qerebalix ên li Stenbol û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê kiriye.
Bitaybetî rewşa girtiyên nexweşên kronîk û yên nexweşiyên wan ên psîkolojîk hene û girtiyên zarok hatiye lêkolînkirin.
Divê hemû rayedar li hemberî muameleya xirab bixebitin
Komîteyê destnîşan kiriye ku gelek gilî jê re hatine ku polîsan zêde hêz bi kar aniye û di navendên desteserkirinê de lêxistin çêbûye.
CPTyê diyar kiriye ku nemaze di dema sûcên giran de divê astengiyên li ber xwegihandina parêzeran bên rakirin. Her wiha hatiye diyarkirin ku dê ev yek ji bo astengkirina muameleya xirab jî bikêrhatî be.
Di raporê de têkildarî şert û mercên xirab ên navendên desteserkirinê jî hişyarî hate dayîn.
Divê ji girtiyên li Îmraliyê re mafê hevdîtinê çêbe
CPTyê diyar kiriye ku Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din hîn jî hefteyê tenê şeş saetan dikarin li hev bicivin. Ji bilî vê yekê dema kombûna li hev a du kesan, hefteyê tenê sê saet e. Wekî din hîn jî qedexe ye ku rojane karibin li hewşê li hev bicivin. CPTyê di raporê de daye zanîn ku "girtî hemû, bi piranî tecrîdkirî ne" û destnîşan kiriye ku ev tecrîd ji 168 saetên hefteyê bi 159 saetan dewam dike.
CPTyê diyar kiriye ku salên dawî serdanên Abdullah Ocalan ên bi malbatê re hema bêje qet nikare bên kirin û bi bîr xistiye ku daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê jî ji sala 2019an ve tê redkirin û diyar kiriye ku têkildarî girtiyan divê hevsengiyek di navbera mercên ewlekariyê û mafên mirovan ên bingehîn de bê afirandin û bang kiriye ku "sîstemeke mayînde" bê avakirin ku tê de serdanên malbatan û parêzeran hebe. (AS/AY)