Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên LGBTI+an digel ku li Stenbol û Îzmîrê Meşên Rûmetê hatine qedexekirin jî, wê roja Yekşemê çalakiyên xwe pêk bînin.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî berî çalakiyan daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye, li Tirkiyeyê di dema Meşa Rûmetê de her diçe bêhtir tundkarî li LGBTI+an dibe û zext û zordarî xurtir dibe.
Dîrektorê Ofîsa Herêmî ya Ewropayê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Nils Muižnieksî derbarê mijadê de diyar kiriye ku “Bi hezaran kes li dijî qedexeyan derdikevin û diçin kolanên Stenbol û Îzmîrê û bi xetereya gaza rondikrêj û guleyên plastîk re rûbirû dimînin. Divê rayedar destûrê bidin ku li Tirkiyeyê bêyî midaxeleyek li wan bibe û di nava ewlehiyê de Meşên Rûmetê yên LGBTI+an pêk bên.”
Wê roja yekşemê meş pêk bên
Meşa Rûmetê ya Stenbolê û ya Îzmîrê wê 25ê Hezîranê roja Yekşemê pêk bên. Nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji bo çavdêriyê li meşan bikin, wê li Stenbol û Îzmîrê biçin çalakiyan bişopînin.
Her weha Rêxistina Efûyê, ji bo piştgiriya Meşên Rûmetê yên li Tirkiyeyê, li seranserê cîhanê bi navê “Mafê Protestokirinê Biparêze” kampanyayek daye destpêkirin.
Meşa Rûmetê ji 2003an û vir ve li Stenbolê pêk tê lê ji sala 2015an û vir ve bi rengekî kêfî û nehiqûqî tê qedexekirin. Polîs li beramberî beşdarên aştîxwaz tundkariyê dike û wan desteser dikin.
Digel biryarên qedexekirinê û astengkirinê, çalakvanên LGBTI+ wê li Mêrsîn, Edene, Enqere û Eskîşehîrê Meşa Rûmetê pêk bînin. (EMK/FD)