Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Stenbolê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê îro li Beyoglûyê " Meşa Şevê ya Femînîst" wê bê lidarxistin.
Banga meşa ku wê îsal 21êmîn car bê lidarxistin wiha ye:
"Meşa Şevê dîsa bi têkoşîna me hemûyan her sal pêk tê, tê wateya serhildana me hemûyan. Wate em yên ku vê meşe çêdikin û her kesên ku beşdar dibin şêweyê vê meşê diyar dikin. Lê îsal rewşa me cuda ye. Piştî erdhejê hîç kesek ji me baş nîne. Em hewl didin ku hevdu baş bikin û hewl didin bi hev re baş bin. Fikra ku em sibê di Meşa Şeva Femînîst de bi hev re ne, hêz û hêviyê dide me."
Meşa 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê wê li Qada Taksîmê û Kolana Istiklalê pêk were. Polîsan bariyer danîne çûn û hatine kolanên ku serbi Taksîmê û Istilalê ne.
Metro wê di saet 14.00an de bê girtin.
Metro Stenbolê jî ragihandiye ku ji ber 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê wê metro bê girtin.
Di rewşa ku meş were qedexekirin de wê Kolana Istıklalê û Qada Taksîmê bi tevahî were dorpêçkirin û çûn û hatina kolanan were girtin.(EMK/AY)