Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hefteya Rûmetê ya LGBTI+ ya Stenbolê ku îsal cara 30emîn hate lidarxistin, bi biryara Qeymeqamtiyên Beyoglû û Kadikoyê hatibû qedexekirin.
Bi sedan LGBTI+ û aktîvîstên wê ku biryara qedexeyê qebûl nekirin û weke biryareke li derveyî hiqûqê nirxandine duh (26ê Hezîranê) li Cihangîr û Sîraselvîlerê bi sloganan meşiyan.
Polîsan 30 jê zarok û rojnameger 373 kes desteserkirin. Li gorî daxuyaniya parêzeran a li ser medyaya civakî dane, polîsan di otobusan de îşkence li kesên desteserkirî kirine û xwarin û av nedane wan.
Parêzerên ku xwestin destekê bidin wan hatin derbkirin.
Kesên ku hatibûn desteserkirin piştî îfadeyên xwe li Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê dane, di saetên sibê (27ê Hezîranê) de hatine berdan.
(EMK/AY)