Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di sala 2021an de herî kêm 22 civîn û xwepêşandanên ku jinan û LGBTI+yan xwestine lidarbixin, rastî midaxeleya hêzên ewlekariyê hatine.
Di vê çarçoveyê de herî kêm 191 kes rastî îşkence û miemeleya xerab hatine û desteserkirine, 4 kes jî birîndar bûne.
Daxûyaniya TIHVê ya pîroz kirina Hefteya Rûmetê weha ye:
“Tehemûla alên keskesor nakin”
“Ji sala 2015an û vir ve qedexe û destwerdanên li dijî her cure kiryar û çalakiyên aştiyane yên LGBTI+yan, bi taybetî bêtehemuliya li dijî alên keskesor û trans, li gel axaftinên siyasî yên cudaxwaz, nefret û tundûtûjiyê ku civakê dualî dike, hemû pirsgirêkên welat weke pirsgirêka ewlehiyê nîşan didin.”
Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di sala 2021an de herî kêm 22 civîn û xwepêşandanên ku jinan û LGBTI+yan xwestine lidarbixin, rastî midaxeleya hêzên ewlekariyê hatine. Di vê çarçoveyê de herî kêm 191 kes rastî îşkence û miemeleya xerab hatine û desteserkirine, 4 kes jî birîndar bûne.
"Em berpirsiyariya hikûmetê bi bîr dixin"
“Di gelek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de cihêkarî û axaftinên nefretê yên li ser bingeha meyla zayendî û nasnameya zayendî weke binpêkirina xala sêyemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.”
"Em Hefteya Rûmetê ya LGBTI+ pîroz dikin û bang li hêzên siyasî dikin ku dev ji her cure helwest û tevgerên ku cihêkarî, nefret û tûndkarîya li dijî LGBTI+yan di nav xwe de dihewîne berdin û berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên li gorî peymanên navneteweyî careke din bi bîr dixin."
(AO/AY)