Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya çalakiyên Meha Rûmetê de LGBTI+ li welatên cûda yên cîhanê û li Tirkiyeyê wê dakevin kolanan.
Çalakî û dîrokên li hin welatan wiha ne:
Bûlgaristan
Meşa Rûmetê ya Sofyayê ku îsal cara 15emîn pêk tê wê di 18ê Hezîranê de roja Şemiyê were lidarxistin.
Polonya
Meşa Rûmetê ya Warşowa û Kyivê dê di 25ê Hezîrana îsal de li Warşovayê were lidarxistin.
Fînlandiya
Hefteya Rûmetê ya Helsînkîyê dê di navbera 27ê Hezîranê û 3ê Tîrmehê bê lidarxistin. Meşa Rûmetê di 2ê Tîrmehê de tê lidarxistin.
Almanya
Çalakiyên Meha Rûmetê ya Kolnê di navbera 18 Hezîran û 3 Tîrmehê de têne lidarxistin. Meşa Rûmetê jî wê di 3yê Tîrmehê de bê lidarxistin.
Îrlanda
Meşa Rûmetê ya Dublinê dê di 25ê Hezîranê de were lidarxistin.
Îngilistan
Meşa Rûmetê ya Londonê wê di 2yê Tîrmeha îsal roja Şemiyê de were lidarxistin. Hefteya Rûmetê ya li Brightonê jî wê di navbera 5 û 7 Tebaxê de pêk were.
Kanada
Meha Rûmetê ya Torontoyê wê di 1ê Hezîranê de destpê bike.
Hollanda
Çalakiyên Rûmetê yên Amsterdamê wê di navbera 30 Tîrmehê û 7 Tebaxê de were lidarxistin. Meşa Rûmetê jî di 30ê Tîrmehê de tê lidarxistin.
Îspanya
Çalakiyên Rûmetê li Madrîdê di navbera 1 û 10 Tîrmehê de têne lidarxistin. Meşa Rûmetê jî wê di 9ê Tîrmehê de bê lidarxistin.
Macaristan
27emîn Parada Meşa Rûmetê ya Budapesteyê wê di 23ê Tîrmehê de bê lidarxistin.
DYA
Li New Yorkê 26emîn Meşa Rûmetê wê di 26ê Hezîranê de bê lidarxistin.
Danîmarka
Hefteya Rûmetê ya li Kopenhagê îsal di navbera 15-21 Tebaxê de tê lidarxistin.
Yewnanistan
Bernameya Rûmetê ya li Atînayê îsal dê di navbera 10 û 18ê Hezîranê de bê lidarxistin. Meş jî wê 18ê Hezîranê saet 19:00an li Qada Syntagmayê bê lidarxistin.
(MD/EMK/AY)