Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kubayê yekem otela ji bo kesên LGBTQan ya bi navê Hotela Raînbow (Keskesor), di meha Kanûna Pêşîn de ji nû ve vebû ye.
Xebatkarên çapemeniyê di gera otela lûks de ku ji aliyê rêvebiriya Kûbayê ve li Cayo Guîllermo hatibû li darxistin de, ji aliyê komek reqasên bi goreyên fîle û solên panîbilind hatin pêşwazîkirin.
Li gor nûçeya Will Grantê ji BBC Newsê, alek keskesorî li ser derîye têketinê de bicihkirî bûye.
Hotela Raînbow
Li Kubayê di aliyek de hemû mêvan û tûrîstan dema ku li peravê li ser qûmê dimeşin an jî li ber hewizê ne xizmetek pênc stêrk dibînin lê di aliyêk din de jî kesên hevzayend bi awayek din muamele dibînin.
Di demên ewil yên rêvebiriya Fidel Castro de jin û mêrên hevzayend dişandin kampên xebatê yên bi navê “perwerdeya ji nûve”.
Her wiha ji wan rojan heta niha di giravê de ev nêzikatî gelek guheriye. Rêvebiriya Kubayê û ya Otelên MGM Muthuyê ku xwediyê Raînbow Hotelê ye, vê otelê wek delîlê guhertinê bilêv dikin.
Li Kubayê mafên LGBTyan
Li Kubayê kesên ku lezbiyen, gey, biseksûel û transeksûelin (LGBT) ji kesên ne werene cûdatir bi hin astengiyên fermî re rû bi rû ne.
Di dîtin û nêzîkatiyên li hember kesên LGBT+an de di salên dawî de ber bi xweşdîtina wan ve guhertinek he ye. Di sala 2018an de Meclîsa Neteweyî ji bo ku referandûma Sibata 2019an de bi guhertina Qanûna Bingehîn de zewaca hevzayendî fermî bibe renge erê bikar anîbû. Lê bi dûre ev biryar ji pêşenivîsa Qanûna Bingehîn ve hate derxistin. Di Gulana 2019an de rêvebiriya Kubayê ragihandiye ku Yekitiya Hiqûqnasên Kubayê ji bo zewacên hevzayendan li ser Qanûna Malbatê ya nû dixebitin. Li Kubayê cihêkariya li hember berpêbûniyên zayendî û nasnameyên zayendî li dijî qanûnê ye.(EMK/BY/AY)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye