Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Xelata Wêrekiyê yek ji Çar Xelatên Azadiyê yê navneteweyî ye ku ji aliye Weqfa Rooseveltê ve tê dayîn. Unîkuîr îsal hêjayî Xelata Wêrekiyê hatiye dîtin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Unîkuîrê de weşiyaye rêxistineke LGBTI+ cara yekemîn e xelatê bi dest dixe ku ji pênaseya "Çar Azadî" a axaftina Franklîn D. Roosevelt a sala 1941ê îlhamê digire.
Ev cara yekem e ku xelatê dide rêxistineke an jî aktîvîsteke têkoşina LGBT+ birêve dibe. Beriya niha ji Tirkiyeyê xelata "Azadiya Derbirînê" rojnameger û aktîvîstê azadiya çapemeniyê Erol Onderoglû bidest xistibû.
Li salên berê di nav rêxistin û kêsên navdar ên “Xelata Wêrekiyê” bidest xistine de çalakvana Pakistanî û wergira Xelata Nobelê Malala Yusufzay û rêxistina navnetewî ya mafên mirovan Human Rights Watch jî hene.
Xelatên din
-Xelata Azadiya Xweîfadekirinê: Mai Khoi Do Nguyen, Stranbêjê Vîetnamî û Parêzvanê Azadiya Xweîfadekirinê
- Xelata Azadiya Îbadetê : Liyan Gogalî yê Endonezyayî , Damezrîner û Serokê Enstîtuya Mosintuwû
- Xelata Ji Bêpariyê Dûr: Aktîvîsta mafên mirovan a Kenyayî Nice Nailantei Leng'ete
(EMK/AY)