Fotograf: Kaos GL
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di Têbiniya Agahdarkirinê ya Derbarê Mafên Girtiyan de ku ya Komeleya 17 Gulanê û Kaos GLyê ye behsa pirsgirêk û mafên girtiyan hatiye kirin.
Pêşniyarên çareseriyê û pirsgirêk
Di têbiniya agahdarkirinê ya ku parêzer Kardelen Yilmazê amade kiriye de armanc ewe ku derbarê pirsgirêk û mafên girtiyên LGBTİ+yan de zanyariyan bide ye.
Di têbiniyê de pirsgirêk û binpêkirinên serekî yên girtiyên LGBTI+ rûbirû dibin hatiye aşkere kirin.
Di têbiniyê de weha hatiye gotin:
“Girtiyên LGBTI+ bipiranî bi hinceta 'sazkirina ewlehiya wan' an go 'kêmasiya kapasîteyê' di hucreyên yek kesî de dimînin. Di her du rewşan de jî binpêkirinên maf ên cûr bi cûr hene. Ev egera miemeleya xirap li dijî girtiyên LGBTI+yan zêdetir dike.”
“Jinên transên yên ku guherîna zayendî di qeyda nifûsê de neqedandine, pêdiviyên xwe ji kantîna girtiyên mêr ku li qawîşa mêran e peyda dikin.”
Lê belê ev kantîn nikare pêdiviyên jinan bi cih bîne. Di kantîna mêran de mûkêş, bincilên jinan û hwd nîn in. Girtiyên ku ji kantîna hundir nikarin van pêwîstiyan bi cih bînin, dikarin bi kantîna derve yan jî melzemeyê ji derve hatine şandin re hewl bidin pêdiviyên xwe pêkbînin. Lê belê pirê caran di bin însiyatîfa rêveberiya girtîgehê ye de ku çiqas ji van berheman were girtin an neyê girtin."
Di têbiniyê de ji bilî pirsgirêkan behsa wê yeke jî hatiye kirin ka dê çawa ji xizmeta tenduristiyê sûd were girtin, mafê dîtina parêzer û dema binpêkirina maf de divê çi bê kirin."
Ji bo zêdetir zanyariyan têbiniya agahdarkirinê bitikîne
(EMK/AY)