Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mara Gomezê li Arjantînê bi tîma tepa pêyan a bi navê Villa San Carlos re hevpeyman îmze kiriye.
Li gor nûçeyeka Alan Savunmasiyê, di dîroka tepa pêyan de cara yekem e ku jineka trans hevpeymana goglîzîyê bi tîmeka di lîga sereke de ye îmze kiriye.
Jina 22 salî dê li lîga jinan de bilîze. Gomez dê di lîga Primera Divisiónê de bilîze. Gomezê pêşiya niho li tîmên amator ên bi navê Toronto City û Malvinasê de lîstibû.
Mara Gomezê ji EN24ê re gotiye ev encama berxwedana wê ya bi salan dom kirî ye.
“Ez wek transeksuelekê di lîgeka profesyonel de me, ev temsîlîya berxwedaneka dîrokî dike. Çawa ku jin ji bo profesyonelbûna jinan dixebitin em jî ji bo çêbûna meydaneka her kes dikarin lê bilîzin şerî dikin.”
(EMK/MB)