Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) "îstatîstîkên koçberiya navneteweyî" ya sala 2022an eşkere kiriye.
Li gorî daneyên TUÎKê di sala 2022an de hejmara kesên ji Tirkiyeyê koçberî derveyî welat bûne li gorî sala 2021an ji sedî 62,3 zêde bûye, di sala 2022an de 466 hezar û 914 kes ji bo derveyî Tirkiyeyê koç kirine.
Ji wan ji sedî 55,7 mêr in û ji sedî 44,3 jî jin in.
Ji kesên ku koçberî derveyî welat bûne jê 139 hezar û 531 hemwelatiyên Tirkiyeyê ne û 327 hezar û 383 jî biyanî ne.
Hejmara kesên ku koçî Tirkiyeyê kirin di sala 2022an de li gor sala borî ji sedî 33,2 kêm bûye û bûye 494 hezar û 52 kes.
Di sala 2022an de ji sedî 52,9ê hejmara kesên koçberî Tirkiyeyê bûne mer in ji sedî 47,1 wan jî jin in.
Ji kesên ji derve hatine Tirkiyeyê 94 hezar û 409 hemwelatiyên Tirkiyeyê ye û 399 hezar û 643 jî biyanî ne.
(RT/AY)