Fotograf: AA/Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fîlîppo Grandî, Komîserê Bilind yê Neteweyên Yekbûyî aşkere kiriye ku hejmara kesên li cîhanê ji ber pevçûn, tûndkarî, binpêkirina mafên mirovan û zilmê ji cih û warên xwe bûne, yekemcar ji 100 mîlyon derbas kiriye.
Grandhî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser mijarê de gotiye, "Sed mîlyon hejmareke balkêş e; Di heman demê de mirov li mikur tîne û ditirsîne. Ev rekoreke ku divê qet neyê şikandin e. "Ev pêwîst e wekî hişyariyekê ji bo çareserkirin û rêgirtina li ber nakokiyên wêranker, bidawîkirina zilmê û çareserkirina sedemên ku dibin sedem ku mirovên bêguneh ji malên xwe derkevin."
Her wiha di 24ê Sibata 2022an de bi dagirkirina Ûkraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve 8 milyon kes di nava wî welatî de koçber bûne û di heman demê de 6 milyon penaber ji şer reviyan û xwe li welatên cîran girtin e.
Li gorî daxuyaniya komîseriyê, li cih û warên xwe bûna 100 mîlyon kesî li gelemperiya cîhanê tê wê wateyê ku ji sedî 1ê nifûsa cîhanê ango 14emîn welatê herî mezin yê cîhanê, bi temamî ji cih û warên xwe bûne.(SD/AY)