*Baran Kamiloğlu
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di pêşangeha bi navê “Çîrokên Kesên Din” de berhemên 50 hunermendan wê werin pêşkêşkirin. Hunermend di berhemên xwe de balê dikişînin ser penaberî û koçberiyê.
Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Xebatên Koçberiyê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê pêşangeh organîze kiriye û bi hevkariya Koridoor Contemporary Art Programs, ArtHereIstanbul, Komeleya Huner bi te re ye, Komeleya Lêkolênîn Koçê, Komeleya Piştevaniya bi jiyanê re, Navenda Lêkolînên Îltîca û Koçê, Komeleya Piştevaniya bi Penaxwaz û Koçberan û Enstîtiya Yekîtiya Ewropayê ya BILGIYê wê li dar bikeve.
*Deniz Pireci
Pêşangeh bi kuratoriya Denizhan Ozerî ve wê di navbera 16ê Kanûna Pêşiyê ya 2021an û 7ê Sibata 2022yan de li Muzeya Enerjiyê ya Kampusa santralistanbulê ya Zanîngeha Bilgiyê pêk were.
*Dilek Toluyag
Berhemên di pêşangehê de wê werin nîşandan balê dikişînin ser rewşa koçberî û penaberiyê û têkiliya wê ya jiyana di nava sînoran û ji derveyî sînoran.
Di pêşangehê de wêne, heykel, fotograf, enstalasyon, lîthografî, nîgar, vîdeo art, performans û hin şêweyên din ên hunerî wê hebin.
*Ercan Ayçiçek
Her weha wê berhemên hunermendan, tevlî nivîsên akademîsyen û hevkarên bernameyê weke pirtûkekê were çapkirin.
Berhemên van hunermendan wê li pêşangehê werin nîşandan:
Abel Korinsky, Adnan Jetto, Adviye Bal, Ahmet Umur Deniz, Ali Omar, Ali Raşit Karakılıç, Bahadır İşler, Baran Kamiloğlu, Berkan Baycan, Can Memişoğulları, Carol Turner, Corrine Silva, Deniz Pireci, Dilek Toluyağ, Elena Bellantoni, Ercan Ayçiçek, Fehim Güler, Fevzi Karakoç, Gizem Enuysal, Heather Brown, Hiba Aizouq, Iliko Zautashvili, Işıl Gönen, Jack Beattie, Jacque Crenn, Lale Duruiz, Levent Pınarcı, Mahmut Celayir, Martin Wohlwend, Mehdi Farzane, Morteza Khosravi, Mustafa Albayrak, Ömer Serkan Bakır, Özge Günaydın, Özkan Gencer, Paul Dunker Duyvis, Resul Aytemür, Rifaae Ahmad, Saghar Daeiri, Sema Özevin, Serina Tara, Stephan Twist, Tahir Ün, Tolga Boztoprak, Tuğrul Selçuk, Ufuk Uyanık, Yeşim Yıldız Kalaycıoğlu, Yıldız Doyran, Zahit Büyükişleyen û Zeynep Yazıcı.
(AÖ/FD)