Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cejna Hanûkayê ya cihûyan duh bi şev, bi pêxistina mûman destpê kiriye. Îsal cejn wê di navbera 28ê Çiriya Paşiyê û 6ê Kanûna Paşiyê de were pîrozkirin. Cejn wê 8 roj û 8 şevan dewam bike.
Cejna Hanûkayê li gorî salnameya Ibraniyan di 25ê meha Kîslevê de, bi pêxistina mûman destpê dike.
Peyva Hanûkayê bi zimanê Ibrî tê wateya “Xwebexşkirin, diyarîkirin”ê. Her weha tê wateya “Cejna Roniyê” û “Cejna ji nû ve xwebexşkirinê”.
Serekxaxamî mesajek weşandiye
Serekxaxam Ray Isak Halevayî ji bo cejnê peyamek weşandiye û wiha gotiye:
“Hemolên min ên hêja. Îsal em ê yekem çira ‘Hanûka’yê 28ê Çiriya Paşiyê, roja yekşemê di saetên êvarê de pê bixin û ‘Berxwedana Makabiyê’ ya nêzîkî 22 qirn beriye niha destpê kiriye, em ê careke din bibîr binin, em ê her şev hejmara çirayan zêde bikin û di hefteyekê de hejmara wan bikin 44; em ê hêviyên xwe û bêrîkirinên ‘aştî, selametî, ronahî û biratî/xwişkîtiyê’, bi gelê xwe û hemû cîhanê re parve bikin.” (HA/FD)