Fotograf: Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Kadikoy, navçeya Stenbolê kesên bi navê Y.E.Û, O.F.A û O.Y. yên ku derketibûn ser deriyê Dêra Ermeniyan ya Sûrp Takavorî û reqs kiribûn, hatine desteserkirin.
Duh êvarê komek li Kadikoya Stenbolê li ber Dêra Ermeniyan ya Sûrp Takavorî bi muzîkê kêf û şahî kirine. Ji komê sê kes derketinê ser deriye dêrê û reqs kirine. Bûyer di Twîtterê de bûye rojev.
“Li ber derî bi berdewamî polîs hene”
Garo Paylan, Parlamenterê Amedê, Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Aboriyê yê Partiya Demopkratîk a Gelan(HDP) derbarê dîmenên ku li ser medya civakî hatine belavkirin de weha gotiye, “Divê Wezareta Navxweyî derbarê polîsên ku bi berdewamî li wê derê ne de lêpirsînê bide vekirin.”
Walîtî: Em şermezar dikin
Walîtiya Stenbolê ragihandiye ku sê kesên derketibûn ser deriyê Dêra Ermeniyan ya Sûrp Takavorî û reqs kiribûn hatine desteserkirin. Walitiyê gotiye, “Em vê tevgera kirêt ya li dijî îbadetxaneyê şermezar dikin.”
Soylû daxuyanî daye
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û weha gotiye:
“Min bi Arman Bukucuyan Beg, Serokê Civata Birêvebirinê ya Weqfa Dêrê re têkildarî bêrêziya ku li dijî Dêra Ermeniyan ya li Kadikoyê pêk hatiye, hevdîtin pêk anî û xemgîniya xwe anî ziman.”
“Bersûcên ku bêrêzî li dêrê kirine ji aliyê Emniyeta Stenbolê ve di saet 5:30ê sibê de hatine desteserkirin, pêvajoya hiqûqî dewam dike.”
(MEO/DŞ/AY)