Ji bo belgefîlma “Dêrên Winda” kampanyeya alîkariyê dane destpêkirin
Ekîba belgefîlma bi navê “Dêrên Winda” ji bo piştgiriyê, li ser Fongogoyê kampanyayek daye destpêkirin.
![Ji bo belgefîlma “Dêrên Winda” kampanyeya alîkariyê dane destpêkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/242/768/original/belgesel.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ekîba belgefîlma bi navê “Dêrên Winda” li bendî alîkariyê ye ku wê di encama xebatê de arşîva dêr û gorên Ermen û Suryanan amade bikin.
Ji bo belgefîlma li sere Fongogoyê kampanyayek dest dane destpêkirin ku wê Şiyar Dîcle derhênerê belgefîlmê be.
Ekîba belgefîlmê wê hewl bide ku li gund û gundikan bigere û lêkolînê li serdahatûya baweriya mirovan bikin û van tomar bikin.
Xebata belgefîlmê wê di sê beşan de pêk were ku ya yekem wê li Dêrsim, Elezîz, Meletî û Erzeromê be. Ya duyem li Amed, Mûş, Mêrdîn, Riha, Êlih û Sêrtê û ya sêyem jî wê li Bedlîs, Colemêrg, Wan, Agirî û Qersê pêk were.
Çavlirê ye ku di meha Hezîranê de dest bi belgefîlmê bikin û piştî du salan were nîşandan. (AO/FD)