Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Diyarkirina Kêmtirîn Mehaneyê, li hev kiriye ku kêmtirîn mehane bibe 11 hezar û 402 TLyî.
Endamên Komîsyonê ji bo cara sêyem civiyane û biryar daye ku kêmtirîn mehane ji sedî 34 zêde bibe. Biryar wê ji 1ê Tîrmehê û pê de bikeve meriyete. Li gorî rewşa îro, kêmtirîn mehane 482 dolar e.
Wezîrê Karkirinê Vedat Işıkhanî piştî civîna Komîsyonê ji rojnamegeran re gotiye, ji ber helwesta wan a li hevkirinê ew spasiyên xwe pêşkêşî TURK-ÎŞ û Konfederasyona Sendîkayên Karmendan a Tirkiyeyê (TISK) kiriye. Işikhanî gotiye, wan hewl daye kêmtirîn mehane li gorî wê rewşê diyar bikin ku hem karker bextewar bibin û hem jî rewşa karkirinê biparêzin.
Serokê Giştî yê TURK-ÎŞê Ergun Atalayî di daxuyaniya xwe de gotiye ku “bila kêmtirîn mehaneya nû li welatê me pîroz be” û bendewariyên xwe yên ji bo kontrolkirina enflasyonê aniye ziman.
Serokê Lijneya Rêvebir ê TISKê Ozgur Bûrak Akkolî jî destnîşan kiriye ku ew ê bala xwe bidin li ser refaha welêt û mijarên din ên jiyana kar.
Ergun Atalay duh bi Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî re kom bûbû, paşê jî çûbû Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî. Li vir civînek pêk hatibû ku Wezîr Işıkhan, Atalay û Akkol beşdarî wê bûbûn. (VC/HA/FD)