Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) îstatîstîkên xwe yên derbarê daneyên bêkariyê yên meha Çiriya Pêşiyê de aşkere kirine.
Li gorî van daneyan, di meha Çiriya Pêşiyê de, li gorî meha Îlonê hejmara bêkaran ên temenê wan 15 û berjortir e, 57 hezar kes zêde bûne û gihîştiye 3 milyon û 534 hezar kesan.
Rêjeya bêkariyê jî 0,1 pûan zêde bûye û gihîştiye ji sedî 10,2 yê. Rêjeya bêkariyê di nava mêran de ji sedî 8,6 e lê di nava jinan de ev rêje ji sedî 13,3 ye.
Rêjeya bêkariya di wateya berfireh de a ku ji îstîxdama kêm a li gorî demê, hêza karkirinê ya potansiyel û bêkaran pêk tê, weke meha beriya xwe maye. Rêjeya vî cûre bêkariyê ji sedî 20,3 ye.
Hejmara kesên dest bi kar kirine
Hejmara kesên ku di meha Çiriya Pêşiyê de dest bi kar kirine, li gorî meheke beriya wxe 229 hezar kes zêde bûye û gihîştiye 31 milyon û 200 hezar kesan. Rêjeya îstîxdamê jî 0,3 pûan zêde bûye û gihîştiye ji sedî 48ê.
Ev rêje di nava mêran de ji sedî 65,6 e û di nava jinan de jî ji sedî 30,8 e.
Rêjeya bêkariyê ya di nava kesên ku temenê wan di navbera 15-24an de ye li gorî meheke berê 1,8 pûan zêde bûye û gihîştiye ji sedî 21,9ê. Di vê komê de rêjeya bêkariyê di nava mêran de ji sedî 18,2 ye û di nava jinan de jî ji sedî 28,6 e. (HA/FD)