Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Platforma pîşekariyê ya Youthallê ku lêkolîna "Şêwaz û Demên Xebatê" saz kiriye, encamên lêkolînê xwe eşkere kiriye. 241 şirket û 1130 ciwan beşdarî lêkolîna wan ya online bûne. Di lêkolînê de derketiye holê ku ciwanên li Tirkiyeyê dixwazin hefteyê 4 rojan bixebitin.
Xalên girîng ên lêkolînê yên derketine pêş wiha ne:
- 1130 ciwanên temenê wan di navbera 18-35an de beşdarî lêkolînê bûne, li şûna saetên kar zêdetir dixwazin rojên xebatê were kêmkirin.
- Di lêkolîna ku tê de hatiye gotin ku îro ji çar ciwanan sê 5 rojan dixebitin; Ji sedî 88,9ê ciwanên kedkar gotine ku ew dixwazin hefteyê 4 rojan bixebitin, her weha rêjeya kesên ku dixwazin rojê 6 saetan bixebitin ji sedî 83 ye.
- Di nav jinan de ev rêje ji sedî 87 bûye, ku ji navencîyê zêdetir e.
- Ji sedî 78,7ê rêveberên şîrketan xebata bi qasî 6 saetan erênî nirxandine, kesên ku ji bo xebata 4 rojan gotine erê rêjaya wan ji sedî 25 bûye.
- Di 241 şîrketên ku beşdarî lêkolînê bûne de ji sedî 82,7e wan de di hefteyê de 5 roj kar tê kirin. Di sêyan yekê şîrketê mezin de dema xebatê ya rojane wekî 9 demjimêr hatiye diyarkirin.
- Li gorî encamên lêkolînê, ji sedî 13 ê şîrketên navîn û biçûk dema xebatê ya rojane ji 9 saetan zêdetir e.
- Ji sedî 1 ê şîrketên beşdarî lêkolînê bûne diyar kirine ku ew di hefteyê de 4 rojan dixebitin, ji sedî 63ê wan şîrketan jî gotine ku ew mijara xebata 4 rojan dinirxînin.
Ji her 3 ciwanan 1 ji wexta diyarkirî zêdetir dixebitin
- Ji sedî 12,1ê ji xebatkarên ciwan ên beşdarî lêkolînê bûne diyar kirin ku ew 7 saetan, ji sedî 57 wan, 8 saetan û ji sedî 30,7 wan jî 9 saetan an jî zêdetir dixebitin.
- Ji sedî 33,2 ê ciwanan, bi gotineke din ji her 3 ciwanan 1î diyar kirin ku xebata ji dema diyarkirî derbas dibe, ji sedî 25ê wan jî diyar kirine ku dema zêde di hefteyê de 10 saet an jî zêdetir e.
- Li ser pirsa “Ma hûn mûçeyên dema zêde distînin an na?” ji sedî 80,2ê kesên ku dema zêde dixebitin diyar kirine ku ew mûçeyên dema zêde nagirin.
- Di lêkolîna ku hatiye kirin de sempatiya jinan a ji bo modela hîbrîd ji ya mêran zêdetir e, "Ez dikarim zêdetir wextê xwe ji xwe re veqetînim" di nav sedemên ku jinan modela xebata hevberî û ji dûr ve tercîh dikin bi ji sedî 32,5an bûye yekemîn.
Di lêkolîna ku di nav xebatkarên buroyê de hatiye kirin de;
Sektora xizmetguzariyê ji sedî 46,4, şîrketên teknolojiyê ji sedî 29,1, sektora hilberînê jî ji sedî 24,5 e.(AO/AY)