Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ku ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger(DISK) in di 10ê Îlonê de li Ûgûr Tekstîlê ya Rihayê rayeya sendîkayî wergirtiye. Li kargehê 300 karker kar dike û di 24 rojên borî de rêveberiya kargehê sendîka nas nekiriye û bi hinceta KOD-18ê dawî li karên tevahî karkeran aniye.
Nûnertiya Herêmê ya Tekstîl Îşê ya DISKê û karkerên ji kar hatine derxistin vê sibehê li ber Kargeha Tekstîla Ugur a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya 2emîn a Rihayê daxuyanî dane.
Di daxuyaniyê de pankarta “Sendîka maf e nayê astengkirin. Bijî têkoşîna kar, ked û azadiyê” hatiye vekirin.
Nûnerê Sendîkayê yê Herêmê Mehmet Turkmen di daxuyaniyê de gotiye ku li dijî rêxistinbûna wan her tişt tê kirin û ew ê dev ji têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe ya sendîkayî û mafê karkeran bernedin.
Turkmen diyar kiriye ku mafê rêxistinbûyînê yê sendîkabûnê nehatiye naskirin û sedemê derxistina karkeran a ji kar jî endambûna sendîkayê ye.
Piştî daxuyaniyê karkeran dirûşm berz kirine û çalakiya xwe ya îro bi dawî kirine.
Çalakiya nobetê wê bi dorveger bi komên ji 20 kesan pêk tên berdewam bike. Çalakî wê her roj di saet navbera 09.00 û 17.00an de berdewam bike. (SO/AY)