Fotograf: Kadir Gurhan
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Niha jî em bi saya serê mêvanên me yên ji derve hatine, Surî, Iraqî, Afganî û Somaliyan dikarin kar bikin.”
Yildirim Susluyê ku ev 45 sal in li Sûka Ûlûsê ya Enqereyê fekî û sebzeyan difiroşe, bi van gotinan behsa rewşa heyî kir.
Yildirim Suslu yek ji wan esnafên Sûka Ulusê ye ku tedbîrên koronavîsurê bandoreke neyênî li wan kiriye.
Ew sûka ku ji destpêka avabûna Komara Tirkîyeyê û vir ve geş e lê niha il gorî van esnafan bi saya serê penaberan kirîn û firotin lê dibe. Esnaf ji ber vê rewşê bi gilî û gazinc in.
Yildirim Suslu û Sefer Yûrttaş ku ev 50 sal in li Sûka Ulusê dikandar in. Me guh da her du esnafan bê ka rewşa heyî bandoreke çawa li wan kiriye.
Suslu: “Marketên mezin bandor li karê me kir”
Yildirim Suslu
Yildirim Sûslûyê 50 salî ji 10 salîya xwe heta niha li Sûka Ulusê fêkî û sebzeyan difroşe diyar kir ku rewşa heyî bi vebûna marketên mezin destpê kiriye:
“45 sal e li Sûka Ulusê qet tişt nehatîye kirîn. Ku tenê tişta hatîye guherandin banî ye. Dema ku em di warê danûstandinê de lê mêze dikin em li qelebalixa 20-30 sal berê digerin. Gava ku navendên kirîn û firotinê û marketên mezin tune bûn vira pir qelebalix bû. Danûstandina navenda Enqereyê bû. Sedemên ku min behs kirine, bandorên neyênî li me kirin. Niha jî em bi saya serê mêvanên me yên ji derve hatine Surî, Iraqî, Afganî û Somalî li van derdora rûniştî ne û valahîya danustandina heyî digirin.”
“Qedexeyên dawiya hefteyê kar ji destê me girt”
Sûslûyî bal kişand ser qelebalixa sûkê û weha got, “Digel qelabalixê ne esnaf ne jî karker bi coronayê neketin. Hingî vîrûsê dest pê kirîye em her roj tênê sûkê û diçin malên xwe. Tiştek bi me ti kesî nehat. Bandora neyênî a qedexeyên dawiya hefteyê li me bû. Qedexeyên dawiya hefteyê du rojên ku me herî zêde kar dikir ji destên me girt. Her çend roja înê hinekî qelebalix be jî, ew şûna du rojan nagirin. Hemwelatî ji sûkan nikarin hilberînên nû bikirin çimkî di bêrîka wan de pere tûne ne. Pêdivîyên xwe ji markêtên mezin bi qertên kredîyê wek deyndar dikirin.”
Yûrttaş: “7 şaredar guherîn lê Sûka Ulusê neguherî”
Sefer Yurttaş
Sefer Yûrttaş jî ji sala 1970an vir ve li sûkê masiyan difiroşe. Yûrttaşî diyar kir ku di 51 salan de 7 şaredar guherîn e lê ti kesekî tevîrekî li sûkê nexistîye:
“Her kesê ku hat projeyek wî hebû li ti kesî dest neda Sûka Ulusê. Di van rojan de tenê ji ber vîrûsê hin paqijî tên kirin. Esnafên sûkê di aliyê paqijîyê û xizmetê de neçarên ji ber ku şaredarîya mezin û şarederîya navçeyê li hev nakin. Paqijîya sûkê eydê şaredarîya Altindagê ye ew jî baş nake. Me û kesekî bi pereyan li hev kiriye em bi hev re paqijiyê dikin.”
“Pirsgirêkên sûkê yên parkirinê hene”
Yurttaşî diyar kir ku pirsgirikên esnafên Sûka Ulusê yên veguhastin û parkirinê heye û wiha devam kir: “Welatiyên ku bi wesayîtên xweyên taybet tên sûkê ji bo kirînê, nikarin cihekî parkirina otomobîlên xwe bibînin. Rêveberan ji vê pirsgirikê re çareyek nedîtine.”
“Girtina kafe û xwaringehan jî bandor li me kir”
“Lazime ku qedexeya derketina derve ji nû ve were sererastkirin. Kafe, xwaringeh û salonên dawetê girtîne. Girtina wan bandora neyînî li ser karên me dike. Em van salên dawî fêkî û sebzeyan gelekî bi erzanî difiroşin, lê belê pere li bal welatiyan tune ne. Hêza kirîna welatîyan kêm bûye. Em li welatekî ne ku 7 mîlyon mirov bi meaşê kêmtirîn dixebitin. Çawa dibe ku ew hêza kirînê bilind be? Dema ku her tişt bi karta krediyê dikire, em nikarin karê jî bikin. Em pirî caran bi mişterîyan re bazara du lîreyan dikin.”
Yildirim Sûslûyî û Sefer Yûrttaşî her weha gilî û gazinc ji firoşkarên gerok kirin ku li derdora sûkê kar dikin. (KG/FD)