Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Welatiyên li Mêrsînê dijîn, di dawiya mehên havînê de dest pê dikin ku xurekên xwe yên meha zivistanê amade dikin. Salçeya malê, konserve, firingî, îsot û bacarên reş hişk dikin. Li navçeya Akdenîza Mêrsînê, li her kolanekê, jin li hev kom dibin û amadekariya zivîstanê bi hev re dikin.
“Dibin kelegerma havînê de îsotan kom dikin”
Li gorî nûçeya Omer Akinî ya di Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin, Emîne Erena 52 salî hem ji bo xurekên mala xwe û hem jî ji bo debara mala xwe bike, salçeya malan çêdike û berheman hişk dike.
Erenê gotiye ku di mehên havînê de ew zeviyan kirê dikin: “Em li zeviyan çandiniyê dikin. Bi vî awayî em piştgiriya aboriya mala xwe jî dikin. Berî 25 salan min dest bi vî karî kir. Berî 25 salan min îsot bi kîsan ji halê dikirin û salçeya îsotan çêdikir. Niha jî ez diçim nava zeviya û vî karî dikin.
“Em bi vî karî debara mala xwe dikin. Di kelegerma havînê de em diçin nava zeviyan, îsotan kom dikin, tînin malê, dişûn, dendikê wan derdixin û dûre dikin salçe. Îsot pir tûjin û destên me dişewitînin. Gelek caran ji ber vê em bi şev xew nakin. Lê em bi vî karî debara xwe dikin. Divê em bikin.”
Koronayê bandor li wan kiriye
Zeynep Aslana 53 salî jî, diyar kiriye ku ew herî zêde hez ji salçaya li malê tê çêkirin dikin û wiha axiviye: “Salçeya li malê tê çêkirin paqije. Ev 36 sal in em li bajar dijîn. Ti carî min salçe ji derve nekiriye. Her tim ez çêdikim.
“Ji bo amadekirina salçeyê pêwîstî bi kedek mezin heye. Reng û tama salçeya ez bi xwe çêdikim pir xweştire. Her sal em vî karî dikin. Lê îsal koronayê bandor li vî karê me kir. Berê em jin bi hev re dixebitîn. Lê niha em zêde nayin gel hev.” (FD)