Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji bo kesên me bi wan re hevpeyvîn kir û em bûn şahidê jiyana wan tişta hevpar ew e ku jiyan li wan hatiye tengkirin. Rewşa derûniya wan ew ku carcaran dibêjin “Ez gelek fetisîm, ez ê biçim hewa hilînim û werîm” û bi vî awayî dîxwazin vir terk bikin. Yên karîne Tirkiyeyê terk bikin jî, ne ji ber sînorê ku niha tê de ne bi hevgirtina navbera xwe ve dikarin li nefes hilînin.
Li gorî agahiyên heta 31ê Adara 2016an hatiye berhev kirin, li Almanyayê hejmara kesên navbera 1-4 salan destûra rûniştinê hildane 37 hezar û 729 e. Li gorî vê yekê ev zêdebûn ji 2012an dest pê kiriye û di 2016an de bi dawî bûye.
Wekî kesên ji me re axivîn jî anîn ziman, ev yek bêguman pêvajoya Geziyê tîne bîra me. Ew kesana di wan rojan de bûne xwediyê tecrûbeya hevgirtinê û li vir jî bi wî awayî hewl didin bistirin.
Tirkiyeyiyên ji jenerasyona nû
Li Almanyayê bi taybetî li Berlînê di vê dema ku me li jor behsê kir de, kesên bûne koçber em dikarin bêjin bêyî hemdê xwe dîasporayeke nû pêk anîne. Kesên ku me bi wan re hevpeyvîn kir, bi hevparî behsa berxwedana Geziyê kirin. Ji bo vê yekê me jî navê vê dîasporaya nû kir “Dîasporaya Geziyê”.
Dîvê were gotin ku kesên beriya vê demê de koçê Almanyayê kirine û yên nû koç kirine di gelek waran de naşibin hev. Têkiliyên navbera her du jenerasyonan de jî kêm in. Kekê Hasan xwediyê restorana “Ein Ladan”ê ye. Restoran li Berlin Weser Strasseyê ye û bûye navenda welatiyên Tirkiyeyî. Kekê Hasan 40 sal in li Almanyayê dijî û 3 jenerasyonên ku ji Tirkiyeyê koçê vir kirine nas dike û wiha dibêje:
“Kesên ku demên dawî de koçê vîr kirine, wekî yên berê ne ji ber pirsgirêka aboriyê hatine. Yên di vê dawiyê de hatine xwendî ne. Zanyar in. Ev yek ji bo Tirkiyeyê windahiyeke mezin e û bo Almanyayê jî dewlemendî ye. Almanya jî vê yekê baş dizane. Yên hatine bi zêdeyî rojnameger, nivîskar û sînemager in. Ji xwe tişteke li dijî Tirkiyeyê jî nakin. Hewl didin karên xwe yê ku li wir dikirin, li vir jî bikin. Kesên wekî wan hêjî tên.”
Diyar e ku gelek însan ji ber rewşa li Tirkiyeyê, neçar in ku koçê deverên çar aliyên dinyayê bibin. Hêjayî gotinê ye ku xwendekarên ji lîseyên Robert, Alman, Saint Benoît destûr girtine, ji bo perwerdehiya lîsansê serî li zanîngehên derveyê welêt didin.**
Potansiyela ku her diçe xurt dibe
Hin kesên ku em bi wan re axivîne, ji ber zext û hedefnîşandana li Tirkiyeyê aciz in, nexwastin ku navê wan di nûçeyê de were parvekirin. Ew ditirsin ku eger vegerin Tirkiyeyê wê ji bo wan bibe pirsgirêk. Ew rexnekîrîna geşedanên li Tirkiyeyê li alîkî ditirsin derêniya xwe bînin ziman û dibêjîn ku dibe tiştek bînin serê min an ya malbata min. Diyar e ku ew kesana di rastiyê de li Almanyayê jî bi hizûr nîn in.
Em du kesên ku vê nûçeyê amade kirine, heman pirsgirêk bi serê me de jî hatîye, me jî wan tecrubeyan ceribandine û ji zextên li ser medyaya rexnegir tên kirin em bê kar mane. Gelek kes ji ber zextan ji Tirkiyeyê koç dike û ji bo jiyaneke baş tê Almanyayê û qet şansê wan nîn e ku rojekê bi Angola Merkel re hevdîtin bikin. Em ji wekî wan kesan in. Her çiqas ji dûr ve temaşekirina bûyerên li welêt dijwar be jî, li vir potansiyeleke din derdikeve holê. Pirsgirêka sereke yê van kesan hilberîn û afirandin e. Eger bi awayekî azad vê derfetê li Almanyayê peyda bikin, wê ji bo her du dewletan jî encamên gelek baş derkeve holê.
*Agahiyên di nûçeya me de cih digre, me ji Buroya Îltîca û Koçberiyê ya Almanyayê bi dest xistiye.
** Çavê xwendkarên lîseyê li derve ye
Sibe: Afrotirk
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew "karên nû" dikin jî, ew rojnameger in