Fotograf: Diyar Saraçoğlu
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berxwedana jîngehparêz û gundiyên İkizköyüyê a li Daristana Akbelenê di roja 10an de dewam dike.
Li Mîlasê, navçeya Mûglayê, jîngehparêz û gundiyên İkizköyüyê li dijî çêkirina kana madenan û birîna daran a ji bo vî karî, li ber xw edidin.
Çawa ku duh jîngehparêz duh saet di 6ê sibehê de bi dengê cenderme û xîzaran hişyar bûn, îro jî bi heman rengî. Cendermeyan qada berxwedanê dorpêç kir. Duh bi şev polîsan jî bariyer danîn. Cenderme jî li milkê şexsan bicih bûne ku ew der qada berxwedanê ye.
Her weha dîsa jammer anîne ku ji bo çalakvan nikaribin telefon û înternetan bikar bînin. Darên ku tên birîn bi xîzaran dibirin û wan dikin qurm. Çalakvan sloganên mîna “Cenderme simîtan bifiroşe û bi rûmeta xwe bijî”, “Lîmaka kujer, dewleta hevkar” berz kirin.
Duh di navbera Edîbe Demîr ê û cendermeyan de nîqaş çêbûbû ku cenderme ketibûn nava zeviyên wê.
Di vê navberê de îro saet di 14.00ê de dem ali qada berxwedanê civînek pêk dihat, cendermeyan ji paş de gaza rondikrêj reşandiye li ser çalkavanan. Di navbera cenderme û çalakvanan de nîqaş çêbûye û li gorî zanyariyan kesek hatiye desteserkirin.
Di dema destwerdanê de, cendermeyan bariyera li pêş danîbû, hilda alî lê paşê dîsa ew bariyer bicih kirin.
Çi bûbû?
Şêniyên gund ji sala 2019an vir ve li dijî kana komirê ya YK Energy ya li Daristana Akbelenê têdikoşin.
Dema pêvajoya dozê dewam dikir, di 24ê Tîrmehê danê sibê de ekîbên cenerme şandin herêmê û birîna daran dest pê kir. Berxwedêrên İkizkoyê yên ku li herêmê dest bi çalakiyê kirin. Cendermeyan bi gaza rondikrêj û copan êrîşî wan kirin û ew desteser kirin.
Di 28ê Tîrmehê Dadgeha 1em a Rêvebiriyê ya Muğlayê cara sêyem serlêdana rawestandina birîna darên Daristana Akbelen red kir. (DS/AÖ/FD)