Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nivîskar A. kadîr Konûk di 73 saliya xwe de koça dawî kiriye. Konûk li Kolnê, bajarê Almanyayê dijiya. Ew di sala 1947an de li Erzîncanê jidayik bûye. Di sala 1966an de ji Dibistana Seretayî ya Mêran a Gumuşhaneyê derçûye û paşê lig undan bûye dersdar.
Navê wî Abdûlkadîr Konûk bû lê wî bikaranîna A. kadîr Konûk tercih dikir.
Konûk di sala 1973yan de dest ji dibistanê berdaye û ketiye nava xebatên siyasî. Di vê demê de sol boyax kirine, li ser erebokê tişt firotine û gelek karên din kiriye.
Beriya sala 1980yî beşdarî greva Îzmîr Tarîşê bûye û piştî derbeya leşkeri ya 12ê Îlonê hatiye girtin. Cezayê darvekirinê li wî birine. Piştî cezayê wî hatiye erêkirin, dema ew şandine nexweşxaneyê, hevalên wî ew revandine. Bi vî rengî ji darvekirinê rizgar bûye û di sala 1989an de li Almanyayê bicih bûye.
Weşanxaneya Belgeyê gelek pirtûkên wî weşandine. “Çözülme”, “Erdal Eren”, “Dağın Öteki Yüzü”, “Hıdır û Îlyas” jî tê de 14 pirtûkên edebî nivîsandine. (AÖ/FD)