Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ji ber zêdekirina kirê di navbera xwediyê xanî û kirêcî de nîqaş derketiye û xwediyê xanî bi çekê kirêcî kuştiye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, li Taxa Barbaros Hayrettinpaşayê ya ser bi navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ve şevê din xwediyê xanî E.D.O bi telefonê ligel kirêciyê xwe Huseyîn Asar ê ku 15 sal in di xaniyê wî de ye axiviye û gotiye ew ê kirê zêde bike. Kirêcî ev yek qebûl nekiriye û di navbera wan de nîqaş çêbûye.
Piştî vê nîqaşa li ser telefonê xwediyê xanî E.D.O. çûye xaniyê ku kirêcî tê de ye û bi demançeyê gule lê reşandiye. Di bûyerê de Asar bigiranî birîndar bûye û xwediyê malê ji cihê bûyerê reviyaye.
Li ser agadarkirinê ekîbên tendirustiyê û polîs çûne cihê bûyerê.
Piştî mudaxeleya destpêkê Asar birine nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewldanên pizîşkî li nexweşxaneyê can daye.
Polîsan ji bo xwediyê xanî yê bi navê E.D.O. were girtin dest bi xebatê kiriye.
(TY/AY)