Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ofîsa Sûc û Tiryakê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî (UNODC) rapora xwe ya Tiryakê ya Cîhanê ya 2023an aşkere kiriye.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di 10 salên dawî de bikaranîna tiryakê ji sedî 23 zêde bûye û di sala 2021an de li seranserê cîhanê ji her 17 kesên ku temenê wan di navbera 15-64an de ne jê yek tiryak bikar anîye.
Rêjeya bikaranînê di salekê de ji sedî 18 zêde bûye
Di raporê de hatiye ragihandin ku di sala 2021an de li cîhanê 296 mîlyon mirov tiryak bikar anîne, her weha hatiye destnîşankirin ku ev hejmar di sala 2020an de 284 mîlyon bûye û di salekê de rêjeya bikaranîna tiryakê ji sedî 18 zêde bûye.
Herî zêde esrar tê bikaranîn
Li gorî raporê, esrar li cîhanê tiryaka herî zêde tê bikaranîn e: Di sala 2021an de 219 mîlyon kesan esrar bikaranîne. Ev ji %4ê serjimêriya cîhanê ye. Di sala 2021an de, ji sedî 5,3ê (13,5 mîlyon ciwan) kesên temenê wan di navbera 15-16an de ne esrar bikar anîne.
Hejmara miriyan ji sedî 17,5 zêde bûye
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku hejmara kesên ji ber bikaranîna tiryakê mirine zêde bûye û di navbera salên 2009-2019an de hejmara kesên ji ber tiryakê mirine ji sedî 17,5 zêde bûye.
Di sala 2019an de nêzî 500 hezar kes ji ber madeyên hişber mirine.
(AS/AY)