Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Îro li gundê Şidada yê ser bi navçeya Bismila Amedê ji ber nakokiya li ser erdê di navbera du malbatan de şer derketiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama şerê herdu malbatan de 9 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Ekîbên cendirmeyan li gund tedbîrên ewlekariyê stendine û kesên birîndar bûne ji aliyê ekîbên Tenduristiya Lezgîn a 112ê ve ji bo nexweşxaneyên bajêr hatine şandin.
Her weha kolana ku şer lê qewimiye ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.
(TY/AY)