Li Mereşê bi pileya 4,2an erd hejiyaye
AFADê aşkere kiriye ku bi pileya 4,2ê li Andirîn, navçeya Mereşê erd hejiyaye.
![Li Mereşê bi pileya 4,2an erd hejiyaye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/013/original/erdhej_(1).jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Andirîn, navçeya Mereşê di saet 6.38an de bi pileya 4,2ê erd hejiyaye.
Li gorî zanyariya ku di malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) de hatiye weşandin, erdhej 6,99 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
(AS/AY)