Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Bazara Gel a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê de vê sibê agir bi kargehekê ketiye. Piştî demekê agir hatiye kontrolkirin û ziyan gelek li kargehan ketiye.
Agir di desypêkê de bi dikaneke cil û bergan ketiye û piştre jî li gelek dikanan belav bûye. Niha li bazarê xebatên vemirandina agir didome.
Dikandarekî têkildarî şewatê bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û gotiye:
“Şewat serê sibehê saet di 07.00an de derket û tîmên agirkujiyê 2 saet piştre hatin. Li bazarê nêzî 300 dikan hene û herî kêm ziyan gihişte 50 dikanan. Me gelek zirar kir.”
(TY/AY)