Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Agirê yekem ê Newroza 2023yan li Şemzînanê, navçeya Colemêrgê hatiye pêxistin.
Newroza îsal wê ji bo giyanê kesên ku di erdhejên 6ê Sibatê de mirine, li dar bikeve.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Keskparêz û Çepgiran Îbrahîm Akin, parlamenter Mûzazzez Orhan, Saîd Dede û Mûrat Sarisaç beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûne.
Bernameya Newrozê
Newroza îsal wê li 43 navendan bê pîrozkirin. Bajar bi bajar programa îsal wiha ye:
Ji ber salvegera Qetlîama Helebceyê ye wê di 16ê Adarê de pîrozbahî pêk neyê.
Ji ber 40 rojiya erdhejên 6ê Sibatê ye wê di 17ê Adarê de pîrozbahî pêk neyê.
Newroz herî dawî wê di 21ê Adarê de li Amedê pêk bê.
18ê Adarê
Colemêrg, Elezîz-Dep, Agirî-Panos, Mûş-Kop, Aydin-Germencîk.
19ê Adarê
Stenbol, Wan, Mêrdîn-Qoser, Colemêrg-Gever, Dêrsîm, Çewlig, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mûgla, Denîzlî, Manîsa, Bûrsa, Tekîrdag, Balikesîr, Kocaelî-Gebze, Agirî-Bazid, Bedlîs-Tetwan, Sakarya-Arîfiye.
20ê Adarê
Qers, Agirî, Ardahan, Mêrdîn-Nisêbîn, Erzerûm-Qereyazî.
21ê Adarê
Amed, Şirnex-Cizîr, Riha-Wêranşar, Çanakkale.
(ME/RT/FD)