Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû daneyên dawî yên erdhejên Mereşê aşkere kiriye.
Li gorî Soylû di erdhejên 6ê Sibatê de heta niha 48 hezar û 448 kes mirine.
Suleyman Soylû li Meletiyê piştî Civîna Koordînasyonê ya li Navenda Koordînasyona AFADê daxûyanî daye.
Soylû weha gotiye:
“Hejmara biyaniyên ku mirine 6 hezar û 660 e ku pirê birayên me yên Sûrîyeyî ne. Ji welatiyên me yên mirine jê hezar û 615 kes nasnameya wan nayê zanîn.(AS/AY)