Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 6ê Sibatê de li Mereşê du erdhej pêk hatin. Pileya yekê jê 7,7 ya din jî 7,6 bû. Vê erdhejê bandor li 10 bajaran, li dehan navçeyan û bi sedan gundan kir. Dema hûn di nava van cihan de derbas dibin, hûn dikarin bi hêsanî encamên erdhejê bibînin.
Kolanên wêranbûyî, taxên ku ji bilî yek du avahiyan hemû avahî hilweşiyane, girikên ji xirbeyan çêbûne, mexdûrên erdhejê yên di bin xirbeyan de li bendeyî rizgarbûnê ne, malbatên li bendeyî rizgarkirina xizmên xwe ne, mexdûrên erdejê yên ji ber ku dewlet û hikûmet bi derengî hatiye hewara wan bi hêrs in, komunîteyên xwebexşan saz kirine, dîsa alîkariyên xwebexşan û saziyên civaka sivîl...
Em di navbira 9 û 13ê Sibatê de li Mereş, Elbîstan, Goksûn û hinek gundên Afşînê geriyan û me hewl da em çavdêriyê li encamên erdhejê bikin:
*Li Mereşê ji ber xirbeyan girik çêbûne
*Mexdûrên erdhejê li Mereşê li bendê ne ku xizmên wan ji bin xirbeyan derkevin.
*Ekîb şebekeyên elektrîkê temîr dikin, Elbîstan
*Mexdûrekî erdhejê li Cemxaneya Elbîstanê radiweste
*Mexdûrên erdhejê li ber konên AFADê yên li ereseya vala ya li kêleka Cemxaneya Elbîstanê ne.
*Ekîb li Elbîstanê kar û barên lêgerîn û rizgarkirinê dikin
*Mexdûreke erdhejê ya xaniyê wê rûxiyaye, li xaniyê xwe dinêre ku mekîneyên karî hildiweşîne, Elbîstan
*Mexdûrên erdhejê li Elbîstanê bi derfetên xwe kon vedane.
*Endamekî tîmeke rizgarkirinê Quran ji bin kavilê mizgeftekê derxistiye
*Li Mereşê gelek tax bi temamî hilweşiyane
*Li gorî gotinê li Elbîstanê di nava vê otobisê de çar kes mane ûmirine. Lê me nekarîbû ev îdia piştrast bikira
Fotograf: Ferid Demirel - Hikmet Adal
(FD)