Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî erdheja ku di 6ê Sibatê de bi pileya 7,7ê li Bazarcixê û bi pileya 7,6ê li Elbistanê, herdu navçeyên Mereşê pêk hatin û karesateke gelekî mezin rû da, Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD), lîsteya pêdiviyên girîng weşandiye.
AFADê diyar kiriye ku ji bo alîkariya darayî kesên bixwazin dikarin biçin Weqfên Alîkarî û Piştevaniya Civakî yên li bajaran di bin banê walîtiyan û li navçeyan di bin banê qaymeqamiyan de ne û hemû midûriyetên bajaran ên AFADê. Lîsteya ku AFADê weşandiye ev e:
Germoka bi elektrîkê
Tupê mezin û biçûk
Sobeya êzingan, êzing, sobeya komirê
Germoka bêrîkan, powerbank, jeneratör
Ji bo zarokan (temen 1-5) û mezinan mont
Ji bo jin û mêran cil û bergên binî û gore
Ji bo jin û mêran pêlav
Ji bo jin û mêran polar
Ji bo jin û mêran binkiras
Sakoyê baranparêziyê, panço
Tilimê xewê, balîf
Çarşev, döşek
Lalik, kevçî, çetel, bardaxên carekê tên bikaranîn
Tawe, amûra avgermkirinê
Qelî, barbûnye, penêr, konserve
Çay, qehwe
Penêr, zeytûn
Av, nan, xwarin
(SD/FD)