Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber erdheja ku duh (6ê Sibatê) bi pileya 7.7ê li navçeya Bazarcixê û bi pileya 7,6ê li navçeya Elbîstanê ya Mereşê pêk hatine, li Sûriyeyê û Rojavayê jî gelek kes mirine.
Li gorî zanyariyên ku ajansa nûçeyan Reutersê ji rayedarên hikûmeta Şamê û tîmên rizgarkirinê yên rojavayê bakurê Sûriyeyê wergirtine, ji ber erdhejê li Sûriyeyê û Rojavayê heta niha bi kêmanî hezar û 444 kes mirine. Her weha nêzîkî 3 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de gotiye ku 711 kes mirine. Li rojavayê bakurê welêt jî 733 kes mirine
Li gorî zanyariyan li Rojavayê erdhejê bandor li Efrîn, Kobanî, Qamişlo û Hesekeyê, li Sûriyeyê jî li Şam, Idlib, Heleb, Hema, Lazkiye, Tartûs û Reqqayê kiriye.
Li gorî heman zanyariyan li navenda bajarê Efrînê nêzîkî 30 avahî rûxiyane û bi deha kes mirine. Dîsa li herêma Pîşesaziyê gelek avahî rûxiyane. Erdhejê herî zêde bandor li navçeya Cindiresê kiriye ku li vir 80 avahî rûxiyane û bi dehan kes di bin kavilan de mane.
Li Idlib, Ezez û Efrînê bi kêmanî 450 kes mirine
Alîkarê Midûrê Berevaniya Sivîlan Munîr Mûstafa ji Rûdawê re gotiye ku li Idlib, Ezez û Efrînê bi kêmanî 450 kes mirine û hezar û 300 kes jî birîndar bûne. (SD/FD)