* Fotograf: Ahmet İzgi / Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alîkarî Serokomarî, Fûat Oktayî li Navenda Giştî ya AFADê derbarê rewşa dawî ya erdhejê de civînek li dar xistiye. Oktayî gotiye ku di encama erdhejan de 3 hezar û 432 kes mirine, 20 hezar û 534 kes jî birîndar bûne.
Duh (6ê Sibatê) li herdu navçeyên Mereşê, li Pazarcix û Elbistanê li dû hev bi pileya 7.7ê û 7.6ê du erdhej çêbûbûn.
Oktayî gotiye jî, ji bilî wesayitên ji bo karesatê kelûpelan û tîmên alîkariyê dibin, ji saet 11.00ê û pê ve heta 48 saetan çûn û hatina wesayitan a li Hatay, Mereş û Semsûrê qedexe ye.
Alîkarê Serokomarî destnîşan kiriye ku li wargehên Wezareta Perwerdeya Netewî û Wezareta Ciwanan û Werzîşê 380 hezar û 500 karesatzede hatine bicihkirin.
Bajar bi bajar hejmara mirî û birîndaran
Li gorî daxuyaniya ku Fûat Oktayî daye, bajar bi bajar hejmara mirî û birîndaran wiha ye:
Edene: 146 kes mirine, 2 hezar û 611 kes birîndar in.
Semsûr: 720 kes mirine, 400 kes birîndar in.
Amed: 92 kes mirine, 770 kes birîndar in.
Dîlok: 481 kes mirine, 3 hezar û 890 kes birîndar in.
Hatay: 872 kes mirine, 2 hezar û 766 kes birîndar in.
Mereş: 530 kes mirine, 2 hezar û 900 kes birîndar in.
Elezîz: 2 kes mirine, 376 kes birîndar in.
Meletî: 166 kes mirine, 3 hezar û 298 kes birîndar in.
Osmaniye: 293 kes mirine, hezar û 315 kes birîndar in.
Riha: 95 kes mirine, hezar û 791 kes birîndar in.
AFADê jî diyar kiriye ku 5 hezar û 775 avahî rûxiyane û "saloxiya rûxandinê" ya 11 hezar û 302 avahiyan ji wan re hatiye.
AFADê di daxuyaniya xwe de destnişan kiriye ku li herêmên erdhejê 24 hezar û 433 personelên wan kar dikin.
Serokê Saziyê Yûnûs Sezer jî vê sibê daxuyaniyek dabû û gotibû ku piştî erdhejên mezin 243 caran erd hejiyaye û bi koordînasyona wezîran, 30 walî, 47 qaymeqam li her bajar û navçeyan kar dikin. (SD/AÖ/FD)