Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) derbarê hejmara mirî û birîndarên erdhejên Mereşê de daxuyaniyek weşandiye.
Saet di 04.17 deqîqeyan de li navçeya Pazarcixê ya Mereşê erd bi pileya 7.7ê hejiya. Saet di 13.24 deqîqeyan de jî vê carê bi pileya 7.6ê erd hejiya ku navenda wê navçeya Elbîstanê ye.
Li gorî daxuyaniya ku AFADê saet di 17.30 deqîqeyan de daye, zanyariyên dawî ev in:
Li 10 bajaran hezar û 498 kes mirine. 8 hezar û 533 kes birîndar in, 2 hezar û 834 avahî rûxiyane.
Midûrê Giştî yê Kêmkirina Rîskan û Erdhejan ê AFADê Orhan Tatarî gotiye, “Piştî erdhewa mezin zêdetirî 130 caran erd hejiyaye. Pileya 15 ji wan ji 5 û 6ê bilindir bû, ya 92yan di navbera 4-5an de ne, ya 3yan jî di ser 6an re ye ku yek ji wan 6.6 e.’
Heyva Sor a Tirkiyeyê ji bo xwîndayînê bang kiriye.
Kesên ku bixwazin xwînê bidin dikarin li malpera kanver.org-ê binêrin û xwe bigihînin navenda herî nêzîk a xwînstandinê.
(AS/FD)