Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Pazarcixê, navçeya Mereşê bi pileya 7,4ê erd hejiyaye.
Li gorî zanyariyên li malpera Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) erd saet di 04.17 deqîqeyan de hejiyaye. Pileya erdhejê 7,4 e û 7 kîlometroyan di bin erdê de bûye.
AFADê diyar kiriye ku li gorî zanyariyên bidest ketine, heta saet 06.30 deqîqeyan li 7 bajaran 76 kes mirine û 440 kes jî birîndar bûne. Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku piştî erdheja mezin, heta saet 06.30 deqîqeyan 42 erdhejên din bûne ku ya herî mezin bi pileya 6,6ê ye.
Erdhejê bandor li Mereş, Hatay, Osmaniye, Semsûr, Dîlok, Riha, Amed, Meletî û Edeneyê jî kiriye.
Ji bo alîkariyê ji Çewlig, Elezîz û Sêrtê tîmên alîkariyê şandine herêma erdhejê.
Erdhejê her weha bandora xwe li welatên derdor jî kiriye ku Rojava, Sûriye, Misir, Libnan, Herêma Kurdistanê ya Iraqê û Iraqê ev welat in.
Li Amedê şeş kes mirine
*Amed
Waliyê Amedê Alî Îhsan Sûyî aşkere kiriye ku di encama erdhejê de 6 avahî rûxiyane û şeş kes mirine, 79 kes jî birîndar bûne.
Depremde Galerya AVM üstündeki bir binaların bir bloğu yıkıldı - Diyarbakir pic.twitter.com/NV9bhgtdhU
— Murat Bayram (@MiradBayram) February 6, 2023
Ajansa Anadolûyê dîmenên avahiyeke ku rûxiyaye li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye.
Li Rihayê bi kêmanî 15 kes mirine
Waliyê Rihayê Salîh Ayhanî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ji ber erdhejê 15 kes mirine, 30 kes jî birîndar in.
Waliyê Meletiyê Hûlûsî Şahînî jî diar kiriye ku li gorî zanyariyên destpêkê 140 avahî rûxiyane û zêdetirî 100 birîndar hene, 23 kes mirine.
Li Taxa Yurtê ya Çukurovaya Edeneyê avahiyek rûxiyaye.
AA: Li Sûriyeyê bi kêmanî 100 kes mirine
Ji ber erdhejê, bandoreke mezin li Rojava û Sûriyeyê jî bûye. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di erdewê de hin avahiyên li navçeya El Babê ya Helebê rûxiyane. Her weha li Ezazê jî hin avahî rûxiyane û di encama vê erdhejê de li tevahiya Sûriyeyê li ser hev 100 kes mirine, sedan kes jî birîndar bûne. (YK/SD/FD)