Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara nû ya meha Sibatê ya rojnameya Newaya Jinê derketiye. Rojnameyê di manşetê de cih daye nêrînên endamên Însiyatîfa Jinê ya Azadî ji Abdullah Ocalan re.
Li gorî nûçeya JinNewsê Sawsan Chouma ya Lubnanî, Diana Restrepo ya Kolombiyayî û Sylive Jan a Fransî tecrîda mutleq a 24 salan a li ser Abdullah Ocalan, binpêkirina 'mafê hêviyê' û felsefeya Abdullah Ocalan nirxandine.
Nivîskar Ronahî Serhat di gotara xwe ya li ser 15ê Sibatê de, qala qonaxên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kiriye.
Hêja Zerya jî heman mijar nirxandiye û diyar kiriye ku komplo 'hewldanek ji bo tunekirina hêviyê' ye.
Di hejmara Sibatê ya rojnameyê de hevpeyvîna bi Hevseroka Partiya Çep a Kesk Kiliçgun Ûçar a li ser rola jinan a li nava siyaset û hilbijartinê, her wiha hevpeyvîna bi Parlamentera HDP'î Dersim Dag a li ser rê û rêbazên têkoşîna ciwanan a li dijî polîtîkayên şer û qirkirinê, hatin weşandin.
Nivîskara Ekolojiyê Sûltan Gulsun bi sernavê "Qirêjiya global" gotarek nivîsî. Di hejmara Sibatê ya rojnameyê de her wiha gelek portre, nivîsên li ser tenduristî, rojane hatin weşandin.
Hejmara nû ya rojnameyê li ser navnîşana "newayajin.net" dikare bê peydakirin.(EMK/AY)