Nûbiharê Salnameya 2023yê çap kiriye. Di rûyê pişt ê salnameyê de navdarên kurd, navdarên cîhanê, wêjeya cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên girîng ên li ser kurdan û yên ku li cîhanê qewimîne, pêkenokên kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji wêjeya kurdî û hin mijarên din hene.
Di rûyê pêş de jî gotinên navdaran û yên pêşiyan, mealên ayet û hedîsan, bûyerên di wê rojê de qewimîne û demên nimêjê cih girtine.
Ji bo salnameyê 8 karton hatine amadekirin ku fotografên van kesan li ser her yek ji van kartonan e:
Bajarê Bazidê û Kele, Sûrên Amedê, Mizgefta Îbrahîm Xelîl Riha, Kela Wanê, Bedîûzeman, Selaheddîn Eyûbî, Şerefxanê Bedlîsî û Ahmedê Xanî.