Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeke kes li cihê şahiyê ji muzîkjen Onur Şenerî stranek xwestiye. Li gorî îdiayê piştî ku Şener gotiye ez wê stranê nizanim ji komê sê kesên ku pê re di nava nîqaşan de bûne êrişî wî kirine. Piştî ku Şener ji cihê şahiyê derdikeve der li wê dere carekê din wê komê êrişî wî kirine. Şener di qirika xwe de bi parçeyên caman bi giranî birîndar bûye û ew birine nexweşxaneyê. Her weha Şener li nexweşxaneyê miriye.
Bi iddiaya 5 gumanbarên ku têkiliya wan bi mirina Onur Şenerî re hene sewqî Edliyeyê hatine kirin.
5 gumanbarên ku bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji aliyê ekîbên Midûriyeta Şaxa Kuştinê ya Ewlehiyê ve hatine desteserkirin, piştî îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan ji bo kontrola tenduristiyê birine nexweşxaneyê.
Piştre gumanbarên bi navê A.G, S.S, Î.K, J.E. û G.G. li Edliyeya Enqereyê îfade dane dozgerê ku lêpirsînê birêve dibe.
Dozger piştî stendina îfadeyan bi daxwaza girtinê gumanbar sewqî dadweriya cezê û aştiyê ya nobedar kirine. Dadgehê bi tohmeta ku “bi qestî kuştine” biryara girtina A.G, S.S. û Î.K. daye. Her weha gumanbar J.E. û G.G. bi şertê kontrola edlî hatine berdan û divê "Hefteyê carekê îmzeya xwe bidin emniyetê" û "derketina wan a derve hatiye qedexekirin.”
Ji aliyê din ve mûzîkjen Haluk Levent daxuyaniya Platforma AHBAPê a ku damezrînerê wê ew e parve kiriye û îdia kiriye ku ji kesên Şener kuştiye 2 jê di Wezareta Xebatê de mifetîşin û yek jî ji wan di TAI (Pîşesaziya Feza û Hewayî ya Tirk)yê de wezîfedar e.(AO/AY)