Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêberê heştemîn û yê dawîn ê Yekîtiya Sovyetê, Mîxaîl Sergeyeviç Gorbaçov di navbera salên 1985 û 1991an de Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê bûye û ji sala 1988 heta sala 199an serokê dewleta Sovyetê bûye. Gobaçov navbera salên 1988-1989an de weke Serokê Prezîdyûma Desteya Bilind a Sovyetê, di navbera salên 1989-1990an de wekî Serokê Sovyeta Bilind û her weha di navbera 1990-1991an de û wekî Serokê Yekîtiya Sovyetê bûye.
Mixail Sergeyeviç li Privolnoye, Stavropol Krayi, weke kurê malbateke Rûs û Ûkraynî ku gundnişîn û hejar bûye, hatiye dinê. Ciwaniya wî di bin desthilatdariya Joseph Stalin de derbas bûye. Beriya ku tev li Partiya Komunîst bibe, li cotkariyek kolektîf wek operatorê traktorê xebitîye. Li Zanîngeha Dewletê ya Moskowê hiqûq xwendiye. Di sala 1953an de dema xwendekar bûye bi hevala xwe ya zanîngehê Raisa Tîtarenko re dizewice û di sala 1955an de bawernameya hiqûqê wergirtiye. Çûye bajarê Stavropolê û li wir beşdarî rêxistina ciwanan a Komsomolê bûye.
Piştî mirina Stalîn, di dema serokatiya Partiya Komunîst a Nîkîta Krûşçev de, bûye parêzvanê tasfiyekirina (de-stalînîzekirina) prensîb û pratîkên serdema Stalîn. Di sala 1970ê de ew wek Sekreterê Partiya Yekem a Komîteya Herêmî ya Stavropolê hatiye tayînkirin û di dema wezîfeya xwe de çavdêriya avakirina Kanala Stavropolê ya Mezin kiriye.
Di sala 1978an de vedigere Moskovayê û li wir dibe sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst û di sala 1979an de jî dikeve rêveberiya Polîtburoyê.
Di sala 1985an de, sê sal piştî mirina Leonid Brezhnev, piştî rêveberiya kurt ya Yuri Andropov û Konstantin Chernenko, ew ji hêla Politburo ve ji bo postê sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê hate hilbijartin.
Piştî ku Gorbaçov ji erkên xwe yên siyasî vekişiya, bûye serokê Weqfa Gorbaçov a ku wî damezrandibû. Wî heta mirina xwe rexne li cîgirên xwe Boris Yeltsin û cîgirê wî Vladimir Putin girt.
Tevî ku Gorbaçov yek ji girîngtirîn kesayetên nîvê duyemîn ê sedsala 20an li cîhanê tê hesibandin.(AEK/AY)