Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sefa Donmez, kurmetê Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî rastî êrişeke çekdarî hatiye û piştî êrişê li Ofa navçeya Trabzonê ji bo derman kirine ew birine nexweşxaneyê. Her weha li nexweşxaneyê miriye.
Sefa Donmez, kurê meta Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu duh 18ê Tîrmeha 2022an piştî nîvroyê li navçeya Ofê ya Trabzonê rastî êrişekî çekdarî hatibû.
3 gule li Donmez ketibû û ji bo dermankirinê biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Ofê, lê tevî hemû hewlên bijîşkî ji mirinê rizgar nebûye.
Li gorî nûçeya Saygi Ozturk ji Rojnameya Sozcûyê, Serokê Navçeya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Ahmet Çapoglu aşkere kiriye ku Sefa Donmez ji aliyê Faruk Ulusoyê ku di navbera wan de dijminatî hebûye ve bi demançeyê hatiye kuştin.
Walîtiya Trabzonê aşkere kiriye ku bersûc F.U. bi tohmeta ku gule li Sefa Donmezî reşandiye hatiye desteserkirin.
Hatiye ragihandin ku Wezîr Soylû jî berbi Ofa Trabzonê bi rê ketiye.(AEK/AY)